المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR

0 79

Di roja Îniyê 15.10.2021ê de, Her du endamên Komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye,(PYK-Sê) M.Nisrîn Çeto û M.Marûf Mele Ahmed, semînarek siyasî li ofîsa partiyê li bajarokê Til Temir li Kurdistana Sûriyê, bi amadebûna endamê komîta Navendî, Behcet Şêxo pêk anîn.

 

Di dest pêkê de, ji bo rêzgirtin û bîranîna canê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek bêdeng rawestiyan.

 

Herwiha her du endamên Komîteya Siyasî li ser geşedanên siyasî yên dawîn li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê sekinîn, û bi dirêjahî astengiyên li pêşiya destpêkirina dewreyek nû ya diyaloga Kurdî / Kurdî şîrove kirin, di heman demê de li ser girîngiya diyalogê wekî stratejîyek ENKSê ye.

Herwiha beşdariya nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Desteya Danûstandinan a Sûriyê û hevpeymaniya opozîsyonê de li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî mijareke din a semînarê bû, ji bilî ku behsa peywendiyên du alî di navbera Encûmenê û çarçoveyan de kir, ya opozisyona Sûrî, û herweha şirovekirina astengiyên kombûna Komîteya Destûrî.

 

Di çarçoveyek din de, behsa serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên parlementoya Iraqê de kirin, bi taybetî li Kerkûk, şingal û navçeyên din ên Kurdistanê yên li derveyî îdareya herêmê, ji bo destûra Iraqê û madeya 140 li ser herêmên nakok ên di navbera Bexdad û Hewlêrê de.

 

Herwiha Her du endamên Komîteya Siyasî li ser kampanyaya vê dawiyê ya li dijî Yekiti bi riya medyaya PYDê şirove kirin, û serkirdayetiya PYK-Sê li ser vê yekê daxuyaniyek da.

Di dawiya semînarê de, derî ji pirs, lêpirsîn û destwerdanên beşdaran re hate vekirin, ku endamên Rêveberiya PYK-Sê bi awayekî zelalmendî bersiv dan.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.