المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SELMA SILÊMAN: EW KESÊN KU ÊRÎŞÎ XWEPÊŞANDERAN KIRINE EM WAN SÛCDAR DIKIN BI HEWILDANA ŞEWITANDINA OFÎSA PARTIYA ME. 

0 81

 

Endama destaya rêveber ya PYDKê M.Selma Silêman ,di derbarê êrîş û hewildana şewitandina ofîsa partiya wan ya li Qamişlo, bi awayekî zelalmendî ji malpera me ya ENKSê re radighîne:

“Di êvara roja duşemê 27/9/2021ê de, katijmêr nêzî 12ê şevê, li gorî zaniyariyan sê kesên rûgirtî nedihatin naskirin du kes ji mîtor daketin û êrîşî ofîsê kirin û agir bi Ala Kurdî û Ala partiyê û deriyê wê xistin û tu ziyan negihişt hindirê Ofîsê ji ber ku Ofîs deryê wê girtî bû û kesek lê tinebû, û ofîsa PDKSê û navenda Tora Medyayî ya Rûdawê jî li bajarê Qamişlo hatibûn êrîşkirin “.

Herwiha Silêman got jî:

“Em ew kesên ku di roja îniyê 24/9/2021ê de, yên rûgirtî bi ala Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve êrîşî xwepêşanderan kirin sûcdar dikin, û di heman demê de jî gelek rojnameger hatin êrîş kirin

bi kevir û daran, bi ser de jî, kamera û alavên wan ji aliyê rêxistina Ciwanên şoreşger, li ber çavên hêzên Asayîşê hatin şikandin , dema ku wa xwepêşandana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dişopandin, ji ber vê yekê ew aliyê xwe dibîne desthildar di herêmê de em wan dikin berpirsiyariya van binpêkirinan”.

Herwiha Silêman got jî:

“Ev ne cara yekeme ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve, bi vî rengî û xerabtir tên êrîşkirin.Ev jî tê wateya ku her danûstandinên kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, bi awayekî erênî û kêfxweşî tên ragihandin, ev kar û kiryarên xerab derdikevin holê, û ev jî em aliyên Çavdêrên van danûstandinan mîna Emrîkan û fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî dikin berpirsiyar, Ji ber ku wan li xwe girtiye, ku ev êrîş û binpêkirin wê bên bidawîkirin”.

 

Herwiha endama rêveber M.Selma Silêman di dawiya axaftina xwe de, anî ziman û got:

“Em wek PYDKê û ENKSê hewildanê bikin ku ev danûstandin bi serkevin ji ber ku ev istiratîjiya ENKSê ye, û ji xeynî yekrêziyê tune ye ku berjewendiyên gelê kurd biparêze li kurdistana Sûrî, ji ber ku yekrêziya Kurdî wê rol û yekhelwesta nûnertiya gelê Kurd li ser masa çareseriya Sûrî ya civaka navdewletî wê bi hêz û xwedî bandor be”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.