المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtiya Xwendevanan li Qamişlo xwendina Ilkitronî pêşkêşî xwendevanan dike ..

0 71

Li kurdistana Sûriyê ji “12” ê Avdara 2020,an  pêngavên pêwîst di çarçoveya rûbirûbûna belav bûna Veyrûsa koronayê hatin avêtin, û her yek ji wan rawestandina xwendinê li dibistan, zanîngeh û peymangehan,

û ev biryar ji bo Berjewendiya giştî ya hemwelatiyan e û wek tedbîrek li hember metirsiya belavbûna nexweşiya Koronayê hatibû kirin.

Û herwiha ji ber vê yekê Ofîsa kar û barê xwendevanan ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqiratî Kurdistanî _Rojava,  şaxê Qamişlo, ev demeke bi dest pirojeya belavbûna waneyan bi rêya malperên torên civakî li ser Internêtê dikin ,

û ji ber dirêjkirina qedexeya hatûçûnê, ew di vî karî de berdewam dike, de ku proseya xwendinê têk neçe û xwendekar berdewamiyê li ser xwendina xwe bikin.

Û herwiha di derbarî vê mijarê de “Bêrîvan Xelîl “, berpirsa Ofîsa Kar û barê xwendevanan ji malpera ENKS ê re wiha anî ziman û got :

” Ji sedema Veyrûsa Koronayê bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê hate kirin li serensarî welatên cîhanê û bi taybetî ser rewşa xwendevanan û herwiha niha ji ber Qedexeya derketina derve li Kurdistana Sûriyê berdewam e û xwendekar li malê dimînin û ji bo ji xwendina xwe dûr nekevin, em weku Ofîsa kar û barê xwendevanan di Yekîtiyê de, me xwest alîkariyê ji şagirtan re pêşkêş bikin derbarî vê rewşa em têde derbas dibin, ku em bi rêya çêkirina girûpan li ser tora civakî ya Watsappê de ku waneyên pola” 9 ” an,têde belav bikin ser armanca xwendevan li waneyên xwe temaşe bikin û sûdê jê wergirin,

û bê guman deriyê bersivan û şîrovekirina pirsan li pêşiya hemû şagirtan vekiriya”.
Û herwiha ji rexekî dî ve “Xelîl ” amaje pê kir ew pêngava em pê rabûn di keve di çarçoveya xwendinê bi rêya Înternêtê de , û ev piroje dibe wek çareseriyeke bileze di vê rewşê de.

Û herwiha tê zanîn ku heya niha tu biryar ji wezarata perwerdeyê ya Sûriyê li ser şêwaza pêşkêşkirina xwendekaran ji bo ezmûnên dawiya salê nehatiya destnîşan kirin…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.