المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ezmûnên Dawiya salê li Sûriya û Rojavayê kurdistanê bi dawî hatin ..

0 62

Îro roja pêncşembê (30), meha gulana 2019an , ezmûnên dawiya salê li ser asta seretayî û amedeyî li seranserî sûriyê bi dawî hat, ku du heftiyan  berdewam kirin .

herwiha di vê derbarê de mamosteyek bi navê ( WEFA XELÎL), ji malpera me re li ser rewşa ezmûnên îsal li gorî salên borî, axifî û got : ” Îro pêşkêşkirina ezmûna dawî ya zimanê dervî bû , lê herwiha li derbarî guhartina rêbazên xwendinê her sal û ji bilî rewşa xwendinê ya zehmet, lê Îsal ew dikarîbûn ezmûnên xwe bi rengekî baş û aramî pêşkêş bikin,” herwiha gotina xwe berdewam kir û got, :” em weku mamoste hêviya serkeftin û pêşketinê ji hemû xwendevanan re dixwazin.

Ji rexê xwe ve  Şagirtên dibistana

( Faris Elxûrî)ya taybet, kêfxweşiya xwe di vê rojê de diyar kirin, him ji bo bi dawîbûna ezmûnan  û him ji bo veguhestina we ji bo qonaxeke nû ya xwendinê..

Report : Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.