Home / Breaking news / 18EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN.

18EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Îro di roja Şemiyê 12ê avdara 2022an de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,18emîn salvegera pakrewanên 12ê adara 2004an “serhildana Qamişlo”  “Roja Pakrewan”li pêşiya ofîsa PDKSê li bajarê Dirbêsiyê vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê.

 

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Umer Emo û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an rawestiyan.

 

Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê  serokê xwecihiyê mamoste Umer Emo.

 

Herwiha di dawiya helkeftê de,xwecihiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.

 

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BEŞDARÎ MEREASÎMA 60 SALIYA DERBASBÛNA TEVLÊBÛNA SEROK MESÛD BARZANÎ NAV HÊZÊN PÊŞMERGE BIBÛ

Li ser vexwendina Dezgeha Sehniger û Pêşmerge ,di roja Înê 20.5.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *