Îro roja duşemê 24ê çileya 2022an, deriyê sînorî yê pêşabûr /Sêmalka bi fermî di navbera Başûr û Rojavayî kurdistanê de hate vekirin…
Û herwiha li gorî jêderên hatin ragihandin ku deriyê sînorî yê pêşabûrê piştî 40 rojan ji girtinê bi awayekî fermî îro 24ê çileya 2022an, li pêş tevgera bazirganiyê hate vekirin ….
Û ji rexekî dî ve derbarî çawaniya çûn û hatine asayî ya serdanên xalkê ji her du aliyan de di zûtirîn dem de wê mekanizmayek ji wan re were danîn …
Û tê zanîn ku derbarê êrîşa hejmareke ji endamên tevgera Ciwanên şoreşger roja 15 /12/2021an ser karmendên deriyê sînorî yê pêşabûrê / Sêmalka herêma kurdistanê ev yek bû sedema girtina deriyê sînorî…
Ragihandina ENKS
Qamişlo…Hêvî Delî