Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şaxê Girgê Legê û ÇilAxa heftiyeke rewşenbîrî li Hola Nisredîn Birhik ya PDK-Sê, li bajarê Girgê Legê di rojên (16 û 18 û 20ê cotmehê de ji demjimêr 4ê êvarî bi vî awayî lidar dixe:
Roja pêncşemê 20.10.2022، li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li bajarê Girgê Legê roja Sêyamîn ji heftiya rewşenbîrî destpêkir
Di destpêkê de “Barzan Hisên ” bi xêrhatina amadebûyan kir ve.
Û herwiha ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nivîskar û rewşenbîr û herwiha kesayetiyên serbixwe û civakî….
Û helbestvanên ku beşdarî Semînarê bûn û her yek çend helbestên xwe xwendin.
Helbestvan” Mihemed Emîn Zekî”.
Qasim Mirga, Haşim Şêx Zahir, Mihemed Eşrev .
Û di dawiyê de helbestvan ” Fewaz Bavê Dilo” bi dest imzekirina dîwana xwe kir û helbestek jî pêşkêşkir..
Û hêjaya were gotin ku ev heftiye rewşenbîrî di rojên 16 û 18 û 20 ê Cotmehê wê berdewam be…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî