Home / Uncategorized / Salvegera 10 emîn ser revandina Xebatkar “Behzad Dorsin” ve derbas dibe.

Salvegera 10 emîn ser revandina Xebatkar “Behzad Dorsin” ve derbas dibe.

Salvegera 10 emîn ser revandina endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê, Xebatkar “Behzad Dorsin” ve derbas dibe. , ku di roja “24/10/2012 ” an de, li devera Dêrikê hate revandin.

 

Xebatkar ” Behzad Dorsin” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi rêzdarî û dilsozî ji bo doza Azadiya gelê xwe re di kar û xebata netewayî di tevgera siyasî kurdî de dikir….

 

Û herwiha tê zanîn ku xebatkarê kurd “Behzad Dorsin ” di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji daiykbûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî kurdî û refên Partî bû û Dorsin herdem ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera kurdî û mafên rewa yên gelê kurd de di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû..

 

Û herwiha hin zaniyarî li ser dîrok û xebata Behzad Dorsin :

 

Di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li bajarê Dêrikê bi dawî kir,

û herwiha di sala “1980” an de, tevlî Partî bû, û piştre di rêxistina xwendekar li bajarê Hesekê de xebitî.

Û herwiha Behzad Dorsin di kongirê” 10″ emîn de a Partî ku di Gulana “2007” an de, hat li darxistin û têde hate hilbijartin wek endamê komîta navendî ya PDK-Sê .

Û ji bo kar û xebata “Dorsin” a neteweyî û niştîmanî hate hilbijartin ji bo endamê ofîsa Siyasî ya Partî.

Û di “26/10/2011″Xebatkar “Dorsin ” wek nûnerê Partî beşdarî konferansa Encûmena niştîmanî ya kurdî bû.

Û di derbarê kar û xebata” Dorsin ” gelek helwestên Partî yên rêxistinî wergirtin, û berpirsên mecilsa Herêmî ya Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt.

 

Û xebatkar” Behzad Dorsin ” bi niştîmanperweriya xwe di nav gelê kurd de di hat naskirin, û ji ber karê wî yê neteweyî di “24/10/2012”, hate revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.