المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 38emîn ser koçbarkirina helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” ve derbas dibe…

0 50

Nivîskar û helbestvanê kurd ê dewlemend û navdar seydayê “Cegerxwîn” xwediyê rol û karîzmaye dîrokî di çand û wêjeya kurdî de …

Helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi dilsozî êş û derdên miletê kurd li her çar parçeyên kurdistanê di nivîsandina helbestên xwe de ji cîhanê re di da nasîn…

Saydayê ” Cegerxwîn ”  di sala “1928” an, yekemîn dîwana xwe nivîsand û di naveroka wê de behsa jiyana xwe jî kir…

 

Û di sala” 1937- 1938″ saydayê ” Cegerxwîn ” bi hevalê xwe re komeleya ciwanan li bajarê Amûdê vekirin , lê wê demê de Ferensiyan ew girtin, …

Û di sala ” 1946″ an de , saydayê ” Cegerxwîn ” li bajarê Qamişloyê bi cîh bû û dest bi karê siyasî kir û bi komeleya Xoybûn re karê siyasî kir..

Û herwiha di heman salê de bi hevalên xwe re Civata Azadî û Yekîtiya kurd damezrandin…

 

Û saydayê ” Cegerxwîn ” di nava jiyaneke zor û sext de piştî ku dê û bavê wî çûn ber dilovaniya xwedê û hîn ew zarok bû…

Ku helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” bi fikir û ramanê xwe yê di warê siyaset û wêjaya kurdî de dewlemend bû û li her çar parçeyên kurdistanê geriya bû û rewşa kurdan ji nêzîk ve dişopand û di helbestên xwe dinvîsand…

Ku saydayê ” Cegerxwîn ” xwedan berhemên giranbûha û pir biqîmet di pirtûkan de çapkirina di hemû warên jiyanê de wekî helbest û çîrokên cûrbiçûr ser wêje û çanda kurdî û evînî , jîn , jiyan, ziman, helbestên netewayî , xebat û têkoşîn,welat, …..

Û herwiha berhemên saydayî” Cegerxwîn “…

– Dîwana yekem: Pirsk û Pêtî 1945

– Dîwana duyem: Sewra Azadî 1945.

– Dîwana sêyem: Kîme ez 1973.

– Dîwana caram:Ronak, weşanên roja nû 1980.

– Dîwana pêncem:Zend, Avêsta weşanên roja nû

-Dîwana şeşem: Şefeq, weşanên roja nû 1982

– Dîwana heftem: Hêvî weşanên roja nû 1983

– Dîwana heştemîn: Aştî,weşanxana kurdistan 1985..

 

Û gelek hunermendan berhem û helbestên wî yên evînî û netewayî kirin Sitran û li ser zimanê her kurdekî tên gotin ….

 

Û herwiha tê zanîn ku helbestvanê kurd saydayî ” Cegerxwîn ” di 22 Cotmeha sala 1984 an, li paytexta Swêdê li bajarê Stockholmê çû ber dilovaniya xwedê , lê çirûskên helbest û çîrokên wî zindî ne di dilê her kurdekî de ye …

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.