المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA OFÎSA KOMELA ŞOREŞGÊRÊ ZAHMETKÊŞAN KURDISTAN ÎRAN KIR.

0 68

Di roja Şemiyê 7.1.2023an de, şandeke Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê serdana baregeha komela Şoreşgêrê Zahmetkêşan Kurdistan Îran li Hewlêrê kir,ew serdan jî ji bo pîrozkirina Pêvajoya yekîtî ya di navbera her du aliyên komelê de, ku baskê wê yê Ebdelah Muhtedî û Umer Îlxanî Zade ye.

 

Şanda Yekîtî ji M. Îbrahîm Biro, Newaf Reşîd, Nîzar Mûsa û Mihemed Iqbal Dawid,pêk dihat û ji aliyê:Birêz Kerîm Kerîmî û Îdrîs Celawdûzî ve hatin pêşwazîkirin.

 

Herwiha her du aliyan rewşa navçeyê bi giştî, rewşa kurd li çar parçeyên wê bi taybetî Îran û Sûriyê bi taybetî û rewşa Sûriyê piştî zêdetir ji deh salên şoreşê û rola kurdan di tevgera dîplomatîk ya pêvajoya siyasî ya navneteweyî li ser Sûriyê,gotûbêj kirin.

 

Herwiha behsa xwenîşandanên gelên Îranê, sedemên ku wan ber bi xwe ve birin, daxwaz û armancên wan û plan û bernameyên wan ên paşerojê, beşeke mezin ji gotûbêjên her du aliyan girt.

 

Herwih yekem car di vê qonaxa bingehîn de tekezî li ser giringiya hemahengiya di navbera partiyên Kurdî de hat kirin û hevahengiya ligel pêkhateyên din ên gelên Îranê û dûyem ji bo avakirina dewleteke piralî û demokratîk ku mafên hemû pêkhate û gelên Îranê di sibe rojê de cih bigre”

Di dawiyê de, her du şandeyan tekezî li ser giringiya van hevdîtinan û xurtkirina wan ji bo xizmeta doza gelê me yê kurd kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.