المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 69

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya,( Şansên serkeftina hewlên yekdestdariya doza Sûriyê)

di roja şemiyê 7.1. 2023an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.

Herwih M.Feyrûşa Ebdirihman bixêrhatina mêhvanan kir û ew vexwend deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanan kir.

Di xelekê de sê mijar hatin nîqaşkirin, di ya yekem de pirs ev bû:

 

Gelo Tirkiye û Rêjîm bi piştgiriya dewleta Rûsiya, xwedî potansiyel û şiyana pêkanîna têgihiştin û lihevhatinên li ser Sûriyê di prensîbê de ne, bêyî hevalbendên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê…?

Xala duyem jî li ser hebûna opozisyona leşkerî û sivîl li herêmên Tirkiyê û Amerîkayê, redkirina normalîzekirina bi rejîmê re, gelo ev hewlên asayîkirinê dikarin bibin sedema rûbirûbûna hêzên opozisyonê, bêyî ku guh bidin encamê?

Derbarê xala sêyem û dawîn de, amadebûyan behsa hewlên asayîkirinê û guhertina rêyan kirin, û ew wek sedemek ji bo vegerandina hevsengiyê di nav hêzên destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de di berjewendiya çareseriyeke siyasî ya giştalî de dîtin û nirxandin.Û rê nedin taybetmendiya hin hêzan di karûbarên Sûriyê de.

Di semînerê de komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn û mudaxele ji aliyê beşdaran ve hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her hefte xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.