Home / Uncategorized / CIVÎNA ÇARALÎ HELWESTA XWE YA REDKIRINA NORMALÎZEKIRINA BI ESED RE EŞKERE KIR.

CIVÎNA ÇARALÎ HELWESTA XWE YA REDKIRINA NORMALÎZEKIRINA BI ESED RE EŞKERE KIR.

Waşinton civîneke çaralî birêve dibe da ku helwesta xwe ya redkirina normalîzekirina bi Esed re eşkere bike.

Çavkaniyekî dîplomatîk piştrast kir ku Wezareta Derve ya Amerîka bi Parîs, Berlîn û Londonê re kar kiriye û kar dike ji bo helwêsteke çaralî ku bi eşkere helwesta redkirina asayîkirina bi rêjîma Esed re eşkere bike, û ew yekane ye ku daxuyaniyek belav kir û tê de red kir.

Herwiha Rojnameya El-Şerq El-Ewset(Rojhilata Navîn) ji zarê çavkaniyê veguhestiye,ku

Têkildarî hevdîtinên nûnerên her çar welatan û nûnerê Neteweyên Yekbûyî Gêrî Bîdirsen di 23ê vê mehê de li Cenêvê.Beriya serdana wî ya Şamê ji bo hevdîtina bi Miqdad re.

 

Û eşkere kir ku armanca civînê piştrastkirina helwesta li ser asayîbûnê ye, û piştgirîkirina dabînkirina fînansekirina projeyên kehrebê, di çarçoveya vegerandina zû ya ku di biryara alîkariyên navdewletî de hatiye diyarkirin, ku berî dehê vê mehê tê dirêjkirin. .

Herwiha Karbidestekî rojavayî got ku Urdun, ya ku yekem serkêşîya xebatên asayîkirinê bi rejîmê re kir, dibêje ku qaçaxçîtiya Captagon, çek û cebilxane li ser sînorê Sûrîyê piştî destpêkirina normalîzekirinê zêde bûye, û hebûna Îranê li başûr li nêzîkî sînorê Sûrîyê zêde bûye. Sînorê Urdunê kêm nebû, ji bilî berfirehbûna tevgera DAIŞê li wir.

Û bal kişand ser wê yekê ku daxwazên hevrêziyê hene ji bo fişarê li ser rêjîma Sûriyê bike da ku di qonaxa bê de gavên siyasî û jiyopolîtîk bavêje.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.