Home / Uncategorized / Yadgeha Niştîmanî ya Barzaniyê nemir hate vekirin

Yadgeha Niştîmanî ya Barzaniyê nemir hate vekirin

Roja pêncşemê 11ê Gulana 2023an, di merasîmeke mezin de bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma kurdistanê û serok wezîr Mesrûr Barzanî û bi beşdariya gelek dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha hejmareke zêde ji kesayetên navxwe û derve, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li gundê Barzan hat vekirin.

 

Û herwiha di vê merasîma vekirina mûzexaneya niştîmanî ya Barzaniyê nemir de serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêşkir û têde behsa vekirina Muzexaneya Niştîmaniya Barzanî û giringiya wê muzexaneyê ya ji bo parastina dîroka gelê kurdistanê ya ji bo nivşên paşerojê kir..

 

Û herwiha Serok Barzanî ragihand ku, Barzan gundeke biçûke di warê erdnigarî de lê di warê şoreşên bo azadî gelek zengîne û tişta ku, li Barzanî serî hilda tevgereke azadîxwazî û însanî bû.

Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku, tevger û şoreşên Barzanî bo azadî, însan dostî û demokrasî bûne û pêşengên wan şoreşan jî kesên gelek zana, hişiyar û oldar bûne lewre gelek caran êrîşî ser wan hatiye kirin û Şêx Mihemed Barzanî ku, oldarekî zahêd û zana bûye ji aliyê Osmaniyan ve gelek caran rastî kêşeyan hatiye û şerê wî kirine.

 

Û hêjaya were gotin ku Di mûzexaneya Yadgeha Niştimaniya Barzanî de gelek kelûpelên taybet ên rêberê gelê kurd Mela Mistefa Barzanî hatine danîn…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.