المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA 38EMÎN A ŞEHADETA TÊKOŞER EBDÎ NEHSAN VEJAND. 

0 67

Di roja Pêncşemê 11ê Gûlanê 2023an de, Yekîtî Kurdistanî salvegera 38emîn a şehadeta têkoşerê Kurd Ebdî Nehsan vejand

 

bi boneya 38emîn salvegera şehadeta têkoşer Ebdî Nehsan

 

Şandeke Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriyê û hejmarek ji hevalên partiyê û malbata pakrewan û dost û hogirên têkoşer serdana gora pakrewan li gundê ‘Elbelûr li gundewarê bajarê Kobanê kirin.

 

 

Herwiha gurzên gulan li ser gora wî hat danîn, û piştre birêz Ednan Bozan gotarek bi navê Yekîtî Kurdistanî pêşkêş kir û tê de behsa rola şehîd di nav tevgera siyasî ya Kurd de û rola wî ya civakî di nav xelkê bajarê Kobanî de kir û tekez kir ku armanckirina kesayetiyên netewî yên mîna Nehsan, armanckirina gelê Kurd e.

 

Bozan her wiha bal kişand ser rewşa trajîk a gelê kurd, ji birçîbûn û koçberkirina sîstematîk a ji aliyê desthilatdariya facto (rêveberiya PYD) ve.

 

Hêjaye gotinê ku,têkoşer D.Ebdî Nehsan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

 

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.