Home / Uncategorized / 38 SAL BI SER TERORKIRINA TÊKOŞER EBDÎ NEHSAN QADIR RE DERBAS DIBIN.

38 SAL BI SER TERORKIRINA TÊKOŞER EBDÎ NEHSAN QADIR RE DERBAS DIBIN.

Wek tê zanîn, têkoşer Ebdî Nehsan Qadir, di 11ê heyva Gûlanê sala 1985an de, hatibû tîrorkirin ji aliyê, rêjîma behes a Sûrî û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha sedema tîrorkirina têkoşerê nemir D.Ebdî Nesan,  ku têkoşer xwedî bîr û bawerî bû û kurdperwe bû û xwedî nerîn bû û baweriya wî bi doza gelê wî yê kurd dihat û Kar û xebata wî bi giştî ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûrî bû, Û xwedî bandor bû li ser hemû astên jiyanê û bi roleke giring dixebitî li herêma Kobanê.

Herwiha li gorî zaniyariyan dermanxaneya têkoşer dibû navenda belavkirina dermanan bê beramber (bê pere) û carnan dibû navenda fêrbûna bingehîn zimanê dayikê (Kurdî) nivîsandin û xwendin.

Herwiha têkoşer 1978an tevlî refê partiya Çepê Kurd li Sûrî bibû û piştre bibû serkirde di partiyê de.

 

Û sala 1982 hat hilbijartin di komîta navendî de,di partiya kedkar a Kurdî li Sûrî.

Têkoşer D.Ebdî Nesan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

 

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.