المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWEPÊŞANDAN LI SUWEYDA JI BO RÛXANDINA RÊJÎMA BEŞAR ESED.

0 60

Li gorî zaniyariyan, di roja Yekşemê 4.12.2022’an de, di encama gulebarana hêzên rejîma Sûriyê de, li parêzgeha Suweyda ya başûrê Sûriyê, xwepêşanderek hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha ku roha Yekşemê, bi dehan welatiyên Sûriyê êrîşî baregeha parêzgeha Suweyda (Tûgayên Hikûmetê) li başûrê welat kirin, û beşek ji avahiyê şewitandin, ji bo nerazîbûna li hember xirabbûna rewşa jiyanê, di nava gulleyên tund li ser xwepêşanderan. li bajêr, ku bû sedema mirina kesek û birîndarbûna 6 kesên din, ku di nav wan de rewşên xerab hene.

Herwiha Xwepêşandêrên hêrsbûyî kevir avêtin avahiyê û wêneyê serokê rêjîmê Beşar Elesed ku li ser rûyê wê bû, hilweşandin, û banga “rûxandina rejîmê kirin, û siloganên ji bo rûxandina Beşar Elesed hatin avêtin. di nava zêdebûna bihayan û zehmetiyên aborî de.”

Medyaya xwecihî ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyê hêzên piştevaniyê ji Firqeya 12 li bajarê Izrah ya parêzgeha Derha şandin û ber bi parêzgeha Suweyda ve çûn.

Herwiha rêjîmê ew kesên ku ew bi reviyan ji dadweriyê bi nav kir bi avêtina ser baregehên parêzgehê û şewitandina dosyayên fermî tometbar kir, ji ber ku Wezareta Navxwe ya rêjîmê tekez kir ku ew dê li pey qanûnên derqanûnî be û tedbîrên yasayî li dijî her kesê ku hewl dide têkdana ewlekarî û aramiyê li Parêzgeha Suweydayê û ewlekariya welatiyên wê.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.