المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo…rêxistina Jina kurd a azad Semînarek diyalogî li darxist…

0 107

Rêxistina jina kurd a azad bi beşdarbûna xanim” Leyla Hesen Isa “Semînarek diyalogî derbarê tundûtûjîya dijî jinê li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li bajarê Qamişlo li darxist ..

Û di semînarê de hejmarek ji nûnerên rêxistinên jinan amadebûn..

 

Û naveroka Semînarê ser rol û sedemên tundûtûjîya ser jinê bi taybet di nava civaka kurdî de û xalên giring ên bi vê babetê ve girêdayî gengeşekirin û anîn ziman..

 

Û herwiha ji rexekî din ve ku deyardeya tundûtûjîya dijî jinê û hemû xalên astengiyên jin têde derbas dibin were çareserkirin bi awayekî zelalmendî ji aliyê mêr, malbat û civakê de serbest bibe..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku divê jin bigihêje mafê xwe yê rewa di hemû waran xwendin, çandî,û civakî û siyasî de, da ku azad bibe û rola wê geştir bibe..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.