المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo…Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya Semînarek diyalogî li darxist…

0 113

Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya, Semînarek diyalogî derbarê tundûtîjîya dijî jinê li bajarê Qamişlo li darxist ..

Û di semînarê de hejmarek ji nûnerên partiyên kurdî û nûnerên rêxistinên jinan û civaka sivîl amadebûn…

Û xanim “Ariya Cuma ”  bi xêrhatina amadebûyan kirin..

 

Û naveroka Semînarê xanim “Ariya Cuma ” berpirsa ofîsa jin û zarokan a bi ser Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriya, ser rol û sedemên tundûtûjîya jinê di nava civakê de û xalên giring ên bi vê babetê ve girêdayî gengeşekir û anîn ziman..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di vê jin bigihêje mafê xwe yê rewa di hemû waran xwendin, çandî, û civakî û siyasî de azad bibe û rola wê geştir bibe..

Û her di Semînarê de hemû beşdaran nêrîn û pêşinyarên xwe diyarkirin û tekezî kirin ser belavbûna çand û hişmendiyê derbarê kêmbûna tundiya dijî jinê di nav civakê de …

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.