المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIL TEMIR Û EBÛ RASÊN SALVEGERA “44YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 63

Di roja Çarşemê 1.3.2023an de,bîranîna salvegera 44 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir,ji aliyê xwecihiya Til Temir û Ebû Rasên yên bi ser ENKSê ve, li ofîsa Xwecihiya Til Temir hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Til Temir û Ebû Rasên û gundewarê wan.

Di destpêkê de, bixêrhatina mêvanên  beşdar kir.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û li ser giyanên qurbaniyên erdhejê yên herêmên Kurdî rawestiyan,bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

gotina ENKSê ji aliyê birêz Qasim Ahmed ,serokê xwecihiya Til Temir ve, hat xwendin.

gotina ENKSê di derbarê, dîrok û têkoşîna bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bû.

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Ebdurihman Ebtan,endamê komîteya navendî ve, hate Xwendin.

balkişand li ser rola Barzaniyê nemir û tekoşîna wî ya berdewam di xizmeta gelê Kurd û doza netewî de.

Li ser qurbanîdana Barzaniyê nemir û qonaxên jiyana wî bû.

Herwiha di vejandinê de,hin helbest jî hatin pêşkêş kirin di derbarê rola rêbazê Barzaniyê nemir de bûn.(Azad Hco,Barzan Azad Haco,Norda Elî,Rocan Elî û Ferhad Kemal)

Di dawiyê de, pirtûkek li ser kurtejiyana Barzaniyê nemir hat belavkirin li ser hejmarek ji beşdaran.

Wek tê zanîn her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.