المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

0 75

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Yekşemê.26.2.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir û li ser giyanên pakrewanên erdhejê yên Kurdistana Sûrî Tirkî û bi taybet yên herêmên Kurdî Efrîn û Cendêris rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

 

Di rewşa rêxistinî de, biryara Emîndariya Giştî ya ji bo bîranîna bûyerên meha Adarê ku bi bîranîna çil û çaremîn salvegera koça dawî ya rêberê nemirê gelê Kurd, Barzanî ku yekê Avdarê dest pê dike, hate gotûbêjkirin.

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin

Di dawiya civînê de spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşkêşkirina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî, di warê alîkarî û keresteyên alîkariyê bo navçeyên erdhejê bi taybet Efrînê û Cendêris pêşkêş kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.