المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVÎ ESTENGIYÊN ASAYÎŞÊ Û CIWANÊN ŞOREŞGER YÊN BI SER PYDê VE SALVEGERA “44YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ HAT VEJANDIN.

0 70

Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Tevî estengiyên asayîşê û ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve,bi vîneke xurt Îro di roja Çarşemê 1.3.2023an de,bîranîna salvegera 44 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê,ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Dirbêsiyê .

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.Herwiha bi beşdarbûna hin kesayetên navdar ji pêkhateyên Erebî jî

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

 

Di destpêkê de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên  beşdar kir.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û qurbaniyên erdhejê bi taybet yên herêmên kurdî rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Herwiha pirogiramê helkeftê ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Ela Şêxmûs ve hat pêşkêş kirin.

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

Serokê xwecihiyê Idrîs Şêx Xelef spasiy hemû mêvanên beşdar kir bi navê xwecihiyê.

gotina ENKSê ji aliyê mamoste Mihemed Nasir hat xwendin.

gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Bavê neteweya kurd de, Barzaniyê namir û di derbarê kar û xebata Barzaniyê nemir xwediyê piroja neteweyî ya Kurdî.

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Ahmed Ûso  hat xwendin.

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî de bû Barzaniyê nemir.

Herwiha birêz Zibêr bavê Lewend jî helbestek pêşkêş kir.

Lê mixabin di dema vê helbestê de, Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve agir bi konên mêvanan xistin yê ku hatibû vegirtin ji aliyê xwecihiya Dirbêsiyê ve.

Herwiha di dawî de, mamoste Umer Emo bi navê xwecihiyê spasiya hemû mêvanên beşdar kir û piştre şêranî hat belavkirin ji bo hemû mêvanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.