المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinçeqê civîna xwe ya asayî li darxist.l

0 125

Encûmena Xwecihiya Sinçeqê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist û ev yek bi amadebûna endamên desteya serokatiya ENKSê M, ” Silêman Oso, Ebdulbarî Xelef, endamên desteya serokatiyê, û Ebdulbaqî Ferman, endamê ofîsa karûbarên encûmanên xwecihiyan û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojeva Kurdistanê hatin gengeşekirin…

Di civînê de,M” Silêman Oso ” bi giştî behsa pêşhateyên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê û bi taybetî li ser qada Kurdî, û

Her wiha bal kişand ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di vê qonaxê de û pêwîstiya parastina Encûmena Niştimanî ya Kurdî wek destkeftek niştimanî û baştirkirina wê ji bo rêgirtina li guhertinên li herêmê.

 

Û di dawiyê de hemû beşdaran nêrîn û pirsên xwe kirin û ji aliyê serokatiya ENK_Sêe ve persiva wan hate kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.