المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Balafireke barhilgir ya Emerîkî li baregeha Xerab Elcîr li Kurdistana Sûriyê danî.

0 105

Di çarçoveya bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê, firokeyên barhilgir ên Amerîkî li baregeheke hevpeymaniya navdewletî li Kurdistana Sûriyê danî.

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku îro Pêncşemê (02.02.2024) firokeyeke barhilgir a Amerîkî li firokexaneya Xerab Elcîr li gundewarê Rimêlanê li rojhilatê bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê danî.

 

Çavkaniyên medyayî tekez kirin ku balafira barhilgir çek, alavên leşkerî û lojîstîkî û madeyên din hilgirtibû, bi armanca bihêzkirina baregehên xwe yên leşkerî li herêmê.

 

Baregeha hevpeymaniya navdewletî ya li Xerab Elcîr zêdetirî carekê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve ji aliyê firokeyên bêpîlot ve hatiye armanckirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.