المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALMANYA:EM JI RAPORÊN LI SER LEŞKERKIRINA BI DARÊ ZORÊ YA BIÇÛKAN LI SÛRÎ NÎGERAN IN.

0 113

Almanya: Em ji raporên li ser leşkerkirina bi darê zorê ya biçûkan li Sûriyê nîgeran in

Di roja Çarşemî 31ê Çileya 2024ê, Şanderê taybet ê Almanyayê bo Sûriyê Sitîvan Şinîk daxwaza parastina taybet ji zarokan di şerên çekdarî de kir û daxwaza rawestandina leşkerkirina wan li Sûriyê kir.

Şinîk di gotara xwe ya li ser platforma “X”ê de got: “Em ji raporên derbarê leşkerkirina bi darê zorê di nav komên çekdar de ji aliyê aliyên şerker li Sûriyê ve, nîgeran in, ji ber vê yekê zarok di şerê çekdarî de heqê parastina taybet in û hemû alî berpirsyar in.Û divê bê dereng li ser van pêkanînan rawestin.”

Daxuyaniyên Şinîk piştî ku HSDê zaroka bi navê “Maya Şakir” a bi pêdiviyên taybet li ber deriyê wê revand û birin kampên leşkerî yên leşkeriyê, daxuyanî da.

Li gorî Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, nêzîkî 309 zarok niha li kampên leşkeriya neçarî yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têne leşkerkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.