المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhiltî Qamişlo ya ENKSê Serhildana 12ê Adarê bibîranîn.

0 64

Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2023″ an, Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê boneya salvegera” 19″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê, dest bi vêxistina mûman kir .

 

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û alîgirên wê …

 

Û herwiha “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de,  ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî  rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê me bûn pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê ,  vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re.

 

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara 12ê  Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana Qamişlo …

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.