المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMERÎKA BIKÊRHATINA NORMALKIRINA BI ESED RE DIPIRSE.

0 68

Cîgira wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbjra Lêv bang li welatên ku dixwazin peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyê re bi behaneya dûrbûn rejîma Sûriyê ji Îranê bikin, kir ku ji bo vê asayîbûnê tezmînat werbigirin û tekez kir ku wê şîret li hikûmetên welatên herêmê kiriye ji têkildarî van tevgeran.

Lêv di semînarekê de ku ji aliyê malpera Amerîkî Elmûnîtor, ku pisporê mijarên Rojhilata Navîn e, li dar xist, got: “Peyama me ya sereke ew e ku eger hûn bi rêjîma Esed re mijûl bibin, di berdêla wê de tiştekî bistînin.”

Wê got jî, “karbidestên Urdunî bi eşkere nîgeraniya xwe li ser bê ewlehiya li ser sînorê xwe bi başûrê Sûriyê re, û geşbûna bazirganiyê li Kaptagon diyar dikin. Sûriyeya di bin desthilatdariya Beşar Esed de gelek pirsgirêkan hinarde dike.”

Herwiha rayedara Amerîkî got, “Hin ji welatên hevkar di wê baweriyê de ne ku baştirîn rê ji bo dûrxistina Şamê ji Tehranê ew e ku Sûriyê bi awayekî din vegerîne. Ez guman dikim ku ew ê bi vî rengî biserkevin.”

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.