Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2023″ an, Kampa Kewrgoskê ya penaberên kurdistana Sûriyê , bi boneya salvegera” 19″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê, dest bi vêxistina mûman kir .
û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û alîgirên wê …
Û herwiha “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de ye , ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê , vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re tê .
Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên cûrbicûr êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.
Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.
Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,
Lê ev kiriyarên ku derheqê kurdan de hat kirin ji aliyê rêjîma sitimkar a Esed, nikarîbun vîna gelê Kurd bişkîne û di têkoşîna xwe de berdewam kirin ta bidestxistina mafê kurdan li kurdistana Sûriyê…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî