المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA ROJHILAT YA HESEKÊ YA ENKSê PÎROZBAHIYA PDK-Sê KIR.

0 80

Xwecihiya rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,   pîrozbahiya PDK_Sê kir , bi boneya bi dawikirina kongirê wan yên 12emîn..

Şandeke xwecihiya Rojhilat ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya mamoste Elî Dawid,serokê xwecihiyê û endamê emîndariya Giştî ya ENKSê,di roja Sêşemê 4/7/ 2023an,de serdana nivîsgeha partiya Demoqirata kurdistan_Sûriya , bi boneya bi dawîkirina kongirê wan yê 12emîn li Qamişlo kir…

Herwiha şanda xwecihiyê ji aliyê M,Mihemed Ismaîl sekirtêrê partî, serkird,endam û kadroyên partî ve hatin pêşwazîkirin…

Di derbarî vê serdanê de, şanda xwecihiyê pîrozbahiyeke germ arasteyî partiya Demoqirata Kurdistan _Sûriya kir bi helkeftina bi dawîkirina kongirê wan yên 12emîn ,û hêviya serkeftinê di kar û xebata wan de xwestin.

 

Herwiha mamoste Mihemed Ismaîl, bi awayekî zelalmendî girîngiya Kongirê PDKSê yê 12emîn nirxand.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.