المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA SERDANA OFÎSA TEVGERA GORAN KIR.

0 72

Di roja Duşemê 3.7.2023’an de,Şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi serokatiya Hevrêzê Giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif,û şanda pêre nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêmê birêz Wa’il Umer, endamê Hevrêziya Giştî û hevrêzê,Rêxistina Tevgerê li herêmê Dr.Ebdulwehab Ehmed, serdana ofîsa Tevgera Goran li Hewlêrê kir.

Herwiha şanda tevgerê ji aliyêl

Birêz Bextiyar Olî endamê serkirdayetiya Encûmena niştimanî ya Tevgera Goran, birêz Heymin Şêxanî endamê serkirdayetiya Encûmena niştimanî, Necmedîn Seîd Qadir endamê odeya peywendiyan, Sirhang Ehmed Seîd endamê peywendiyan ve,hatin pêşwazî kirin.

Herwiha Her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye, Iraq û navçeyê û pêşhatên rewşa siyasî ya kurd û kurdistanî ji ber kêşeyên li pêşiya gelê kurd li Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin.

Herwiha Di vê çarçovê de,her du aliyan tekezî li ser giringiya yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdistanî û rêxistina navxwe ya bi rêya diyalog û lihevhatin di navbera tevgera siyasî ya wê de hate kirin, ji bo xizmetkirina doza gelê Kurd û mafên wan yên rewa li her du welatan.

 

Û herwiha giringiya parastin û berevanîkirina destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistana Iraqê ku bi saya qurbanîdana gelê wê û Pêşmerge li Iraqa Federal hatine bidestxistin.

 

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya peywendiyên dualî di navbera Tevgera Çaksaziya Kurd-Sûriye û Tevgera Goran de kirin û hewla pêşxistin û bihêzkirina wan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û demokrasiyê , edalet û wekhevî li Sûriye û Iraqê bi kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.