المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA SERDANA OFÎSA PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÎ (PSK) KIR.

0 100

Di roja Yekşemê 2.7.2023’an de,Şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi serokatiya Hevrêzê Giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif,û şanda pêre nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêmê birêz Wa’il Umer, endamê Hevrêziya Giştî û hevrêzê,Rêxistina Tevgerê li herêmê Dr.Ebdulwehab Ehmed, serdana ofîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanî li Hewlêrê kirin.

Herwiha Şanda tevgerê ji aliyê endamê Encûmena serkirdayetiyê û nûnerê partiyê yê Hewlêrê birêz Vîlî Colmerkî û endamên rêveberiya partiyê yên li Hewlêrê Îsmet Kara û Niyazî Ozdemîr ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye, Tirkiye û navçeyê û rewşa siyasî ya Kurd û Kurdistanî li her du welatan gotûbêj kirin.

 

Herwiha her du alî di vê çarçoveyê de girîngiya yekrêziya helwesta siyasî ya Kurd ji bo xizmetkirina doza gelê Kurd û naskirina mafên wî yên netewî di çarçoveya sîstemeke piralî ya demokratîk de hate tekezkirin.

Herwiha di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser giringiya peywendiyên dualî di navbera Tevgera Çaksaziya Kurd-Sûriye û Partiya Sosyalîst a Kurdistan li Tirkiyê û bihêzkirina wê ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û pirsgirêkên wan yên rewa li Sûriyê û Tirkiyê kirin. .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.