المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Girkê Legê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 53

Encûmena Xwecihiya Girkê Legê ya bi ser ENK-Sê ve, roja înê 2ê Êlûna 2022an, li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman ..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre Birêz Hisên Ebdulezîz serokê Xwecihiyê bi xêrhatina amadebûyan kir û raporta karûbarên encûmanên Xwecihiyan hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de mijar û babetên girêdayî bi rewşa siyasî û rêxistinî gotûbêjkirin..

Û di civînê de derbarê aktîvkirina rola encûmanên şaxan yên girêdayî bi xwecihiyê ve hat behskirin ..

Û herwiha ser naveroka civîna di navbera serokatiya Encûmena Niştimaniya ENKSê  li gel balyozê nû yê Amerîkî re axifîn..

Û herwiha di civînê de amadebûyan ser rewşa aborî a dijwar ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê û koçberiya girseyî bi taybet ciwanan û bandora wê li ser guhartina demogirafî behiskirin.

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.