المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 44

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 1.9.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê M.Ilyas Hemo serokê xwecihiyê ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Herwiha civatê pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de.Û tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên rewşa Sûriyê bi giştî,hatin gotûbêj kirin.

Paşê civîn li ser hevdîtina ku serokatiya ENKSê ya li gel nûnerê nû yê Amerîkayê bo Sûriyê hat gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,spasiya endaman hate kirin,ji aliyê Serokatiya xwecihiyê ve, ji ber hevdîtinan û rênimayiyên welatiyan.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.