المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 71

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja îniyê 2.9.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Piştre civat li ser mekanîzmaya hilbijartina endamên serbixwe ji bo nûnertiya xwecihiyê, çawaniya beşdarbûna bi rastî di konfransa Encûmena Niştimanî de, ku di dema herî pêşîn de tê lidarxistin, û çawaniya beşdarbûna konferansê bi riya nûnerên hilbijartî bi nêrînek hevbeş hate gotûbêj kirin.

Piştre serokê encûmena xwecihî birêz Îdrîs şêx Xelef, behsa rewşa siyasî ya niha û rewşa xirab a aborî li herêmê û aloziya rewşa ewlehiyê û sedemên koçberiya berdewam ya nifşê ciwan û sedemên wê kir. ji Kurdistana Sûriyê ber bi welatên Ewropî ve, ku bandoreke nerênî li hebûna kurdî dike.

Paşê civîn li ser hevdîtina ku serokatiya ENKSê ya li gel nûnerê nû yê Amerîkayê bo Sûriyê hat gotûbêj kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.