المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA OFÎSA PYK-Sê KIR.

0 59

Di roja Duşemê 2.1.2023an de,Şandek ji Encûmena Xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya M.Umer Emo,serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya kir bi boneya bidawîkirina kongirê wan ê 9an li bajarê Qamişlo …

Herwiha şande, ji aliyê sekretêrê partiyê ,M.Silêman Oso û hejmarek ji endamên wê ve hatin pêşwazîkirin..

Û di vê serdanê de xwecihî pîrozbahiyeke germ arasteyî wê partiyê kir ser serkeftina li darxistina kongirê wan yên 9an û piştre her du aliyan derbarê pêşveçûnên herî dawî ser rewşa siyasî bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û çawaniya pêşxistina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya behiskirin ..

We tê zanîn ku di rojên 23û 24 ê Berçilya 2022an, partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya kongirê xwe yê 9an li bajarê Qamişlo li darxist …

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.