المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Dêrikê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 67

Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve ,roja sêşemê 2/1/ 2023an, civîna xwe ya asayî li ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, serokê Xwecihiyê rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan xwend û gengeşekirin. .

 

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hatin gengeşekirin..

 

Û Di civînê de derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkir..

 

Û herwiha ji rexekî din ve amadebûyan di civînê de revendina her du endamên PDK-Sê ” endamê komîteya navendî Hisên Silêman, û Bilind Mela endamê komîteya Herêmî” ji aliyê PYDê ve şermezar kirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.