المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATIYEKÎ KURD DI ZINDANÊN RÊJÎMA SÛRIYÊ DE MIR.

0 66

Welatiyekî Kurd di zindanên rejîma Sûriyê de, piştî du mehan ji girtina wî, di encama xemsariya tendirustiyê û îşkenceyên derûnî û laşî de, jiyana xwe ji dest da û malbata wî di dawiya berfanbara 2022an de, termê wî wergirtin.

Roja yekşemî 1ê Çileya 2023an, çavkaniyên medyayî ragihandin ku Hesen Elî Hesen Axa yê 47 salî di zindanên rêjîma Sûriyê de, li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest da û berî du mehan li ser bendê hêzên asmanî yê Nuqteya kontrolê ya îstixbaratê li bajarê Helebê hatibû girtin.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku tometên ku li ser wî hatine kirin, ku bûne sedema girtina wî, derew in û ti pêwendiya wî bi partiyên kurdî û opozîsyonê re nîne.

Heman çavkaniyê herwiha eşkere kir ku îşkenceyên derûnî û laşî û xemsariya tendirûstiyê bûne sedema nexweşiya şekir di hundirê girtîgehê de û du roj beriya mirina wî rewşa tenduristiya wî xirab bûye û ji girtîgehê bo navenda pizîşkî hatiye veguhestin û li wir canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir: Piştî ku cenaze bo Minbicê hat veguhestin, malbatê cenaze wergirtin û piştre li hember dayîna 900 dolaran bo Efrînê hat veguhestin.

Hesen xelkê gundê Senarê yê, navçeya Şih li bajarê Efrînê, li Kurdistana Sûriyê ye, berê li Efrînê dima û li bazara Halê ya bajêr kar dikir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.