المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 133

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Îniyê 31.5.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre serokê xwecihiyê birêz.Mihemed Nasir ,behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Her wiha li ser şermezarkirina bi tundî li ser ragihandina rêveberiya PYDê ya kêm buhayekî ji bo kirîna berhema genim a vê demsalê, ku bi 31 sentan hatiye diyarkirin, hat gotûbêjkirin.

 

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Ahmed Oso wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û birêz Ebdulhemîd Temo û birêz Reşîd Elawî wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.