المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA ÇILAXA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 98

XWECIHIYA ÇILAXA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

 

 

 

 

Encûmena xwecihî ya Çilaxs ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate xwendin.

 

Di rewşa siyasî de:Serokê xwecihiyê behsa pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî kir.

 

Her wiha li ser şermezarkirina bi tundî li ser ragihandina rêveberiya PYDê ya kêm buhayekî ji bo kirîna berhema genim a vê demsalê, ku bi 31 sentan hatiye diyarkirin, hat gotûbêjkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.