المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA EBÛ RASÊN(ZIRGAN) YA BI SER ENKSÊ VE.

0 98

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA EBÛ RASÊN(ZIRGAN) YA BI SER ENKSÊ VE.

 

 

Xwecihiya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,di roja pêncşemê 30.5.2024an de, bi amadebûna Mamoste Zibêr Mûsa û mamoste Ferha Şêxo endamê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve û bi amadebûna hemû endamên xwecihiyê,li gundewarê Zirganê civîna xwe ya heyva gulanê ya asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin

 

 

Di rewşa siyasî de: Mamoste Zibêr Mûsa behsa dawî pêşhat û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî kir.

 

Bi taybetî jî civîna Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li gel cenabê Serok Mesûd Barzanî.

 

Her wiha li ser şermezarkirina bi tundî li ser ragihandina rêveberiya PYDê ya kêm buhayekî ji bo kirîna berhema genim a vê demsalê, ku bi 31 sentan hatiye diyarkirin, hat gotûbêjkirin.

 

û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin.

 

Piştî wê, pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate piştrastkirin.

 

 

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Mihemed Beşîr, wek serokê encûmena xwecihî ,û birêz Mahmûd Biro û birêz Riyad MihemedEmîn wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.