المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 143

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Duşemê 27.11.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre serokê xwecihiyê birêz.Ebdulhemîd Temo,behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Di civatê de, endaman rewşa siyasî li ser astên Sûriyê, kurdî û herêmî û rewşa ENKSê bi awayekî bilind nirxandin

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Mihemed Nasir wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û xanim Wezna Osê û birêz Idrîs Şêx Xele wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.