المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

0 131

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Sêşemê 28.11.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Fewaz Bengo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di vê qonaxa de bê kirin.

Û herwiha aktîvkirina rola ofîsan di encûmenên xwecihî de.

Herwiha rewşa siyasî,gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de. Pêşketinên li herêmê û pêvajoyên navdewletî û herêmî yên derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û encamên şerê li Xezayê û bandora wê li ser herêmê jî hat gengeşekirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.