المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 167

Xwecihiya Barzaniyê Nemir(Til Temir û Ebû Rasên) yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Îniyê 24.11.2023an civîna xwe ya asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de: dawî pêşhat û pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.