المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 248

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê,26.8.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Ebdulhemîd Temo ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

 

Di civatê de,herwiha ji ber bilindbûna dolar û rewşa dijwar a jiyanê, ku xeniqandina welatiyan zêde dike û wî neçarî koçberiyê dike,hate gotûbêjkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.