المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE OFÎSA PÊWENDIYÊN PARTIYA YEKGIRTÛYA ISLAMÎ YAKURDISTANÎ KIR.

0 163

Di roja Yekşemê 27.8.2023an de Nûneratiya Herêma Kurdistanê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Nivîsgeha Pêwendiyên Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî bi serokatiya endamê Komîteya Serkirdayetî Dr.Mihemed Hawdiyanî berpirsê Ofîsa Pêwendiyan, û her du endamên ofîsê (Ferhad Yasîn, Mihemed Daratûyî) endamên ofîsa pêwendiyê.

Şande bi germî ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve li nûneratiya Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Pêşî serokê şandê behsa rewşa Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî kir û di axaftina xwe de behsa rûkalên li ser rêkxistina mala kurdî û kêşeyên li pêşiya gel û hikûmeta herêma Kurdistanê,di van şert û mercên hestiyar de kir.

Li hêleke din serok û endamên nûneratiyê li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî axivîn û amaje bi koçberiya mezin û rewşa nebaş a siyasî û aborî li Kurdistana Sûriyê kirin.

Herwiha tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê di van şert û mercên hestiyar de û parastina Kurdistanê û destkeftên gelê Kurd li navçeyê ji dijminên wê hate kirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê wek penageha kurdan hemûyan li cîhanê tê dîtin.

Di dawiyê de, tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan û hemahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de hate kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.