المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANÊN ŞOREŞGER ZAROKEK JI REQA REVANDIN.

0 198

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokek temen biçûk ji bajarê Reqa yê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye revandin.

 

Di 22ê Tebaxa 2023an de, Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, revandina zarokê 14 salî Ebdulah Taha Xazî Cercîs ji bajarokê Hizêma li gundewarê bakurê Reqayê, dema ku ew diçû Peymangeha xwendinê belge kir.

 

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.