المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 82

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Sêşemê.2.5.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef hat xwendin hate nîqaşkirin.

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.Herwiha liv û tevgera ENKSê jî hat gotûbêjkirin.

Di dawiya civînê de spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşkêşkirina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî, di warê alîkarî û keresteyên alîkariyê bo navçeyên erdhejê bi taybet Efrînê û Cendêris pêşkêş kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.