المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

0 67

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Duşemê 1.5.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê M.Ilyas Hemo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

Serokê xwecihiyê her wiha tekezî li ser pabendbûn û amadebûna di hemû helkeftên ku ji aliyê xwecihiyê ve bên xwestin, kir.

Herwiha rewşa siyasî, Pêşhatên dawî yên li qada navneteweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.