المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 60

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Sêşemê,2.5.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir.

Piştre jî endaman bernameya rûniştinê pejirand û bi lêkolînê dest pê kir û piştre rapora ku ji ofîsa Karûbarên Encûmenên xwecihî wergirtî hate xwendin û nîqaşkirin.

Di rewşa rêxistinî de endaman bernameya serdanên kesayetiyên netewî di erdnîgariya kar û xebatên karên xwe de, nirxandin.

Civatê rewşa siyasî li ser astên Sûriya, Kurdî û Herêmî û encamên kirîza Sûriyayê rawestiyan k.

Herwiha Civatê bi dirêjahî li ser binpêkirinên girûpên çekdar li bajarên kurdî yên dagîrkirî rawestiyan, û hewildanên hin welatan ji bo asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Esed re, û endaman bang li civaka navdewletî kirin ku bi berpirsyariya xwe li hember gelê Sûriyê rabe. û rewşa wan ya berdewam, û bi cidî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî peydakirina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re û bi taybetî biryara 2254.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.