المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 87

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê.1.4.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir û li ser giyanên pakrewanên erdhejê yên Kurdistana Sûrî Tirkî û bi taybet yên herêmên Kurdî Efrîn û Cendêris û giyanên pakrewanên Kurd yên şeva Newrozê li Cendirêsa Kurdistanî rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef hat xwendin hate nîqaşkirin.

 

Di rewşa rêxistinî de, biryara Emîndariya Giştî ya ji bo bîranîna helkeft û hemû bûyerên meha Adarê ku bi bîranîna çil û çaremîn salvegera koça dawî ya rêberê nemirê gelê Kurd, Barzanî ku yekê Avdarê dest pê kir,bi awayekî berfireh û zelal mendî ji aliyê hemû endaman hate gotûbêjkirin.

 

Herwiha di civînê de,Li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di roja Şemiyê 25.3.2023’an de,katijmêr 12ê nîvro bi sedan ji gelê Kurd li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo, bi armanca piştevaniya bi serhildana gelên Efrînê, xwepêşandanek,li dijî komên çekdar yên teror

[ ] ji bo şermezarkirina tawana hovane ku di encamê de 4 pakrewanên yek malbatê jiyana xwe ji dest dan hate nirxandin.

[ ] Di derbarê vê yekê de,xwecihiya Dirbêsiyê jî biryar da ku di roja Çarşemê 5.4.2023’an de,xwepêşandanekê li bajarê Dirbêsiyê pêk bîne.

Herwiha hemû endamên xwecihiyê hatin spaskirin ji aliyê serokatiya wê di derbarê pêkanîna hemû helkeft û bûyerên heyva avdarê bi awayekî serkeftî.

 

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin

Di dawiya civînê de spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşkêşkirina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî, di warê alîkarî û keresteyên alîkariyê bo navçeyên erdhejê bi taybet Efrînê û Cendêris pêşkêş kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.