المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Laleş ya PDK-Sê 76emîn salvegera şehîd Qazî Mihemed bibîranî…

0 73

Roja înê 31ê /3/2023an bi boneya salvegera 76emîn a şehîdbûna Qazî Mihemed rêxistina Laleş a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,Semînarek li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîr..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

 

Û herwiha ev Semînar ji aliyê endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê M,Mustefa Xilo ve hate pêşkêşkirin..

 

Û M,Mustefa Xilo di Semînarê de bi awayekî berfereh ser Jiyan û kar û xebata Pêşewa Qazî Mihemed behiskir…

 

Û herwiha tê zanîn ku Pêşewa Qazî Mihemed serokomara kurdistanê ya ku di sala “1946” an, hat ragihandin li Rojhilatê kurdistanê, ku Mehebad paytexta wê bû.

 

Pêşewa Qazî Mihemed sala “1901” li bajarê Mehebadê ji dayîk bûye, û yek ji kesayetên xuyabû di dîroka kurdî de û xwedî çandek berfireh bû, û di zimanên Erebî, Fransî, Inglîzî û Rûsî de jî şareza bû.

 

Û herwiha di” 31 ê” Avdara “1947” an de, Pêşewa Qazî Mihemed û çend hevalên xwe ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.